Hinarên Başûrê Kurdistanê îsal li bazaran zêde bûne

Spread the love

Berevajî piraniya berhemên çandiniyê yên Kurdistanê ku sal bi sal asta berhemanîna wê ber bi kêmbûnê ve ye, hilberîna hinaran îsal zêde bûye.

Bi awayekî ku %60ê hinarên bazarên Kurdistanê, berhemên navxwe ye.

Berpirsekî Wezareta Çanidniya Herêma Kurdistanê dibêje, axa Kurdistanê bo çandin û berhemanîna hinar gelek guncaw e, û eger çandina wê berfirehtir bibe, Kurdistan dikare hinarên xwe bişîne bazarên derve.

Li gorî amara Wezareta Çandiniyê, di sala 2012 de berhemê xwemalî yê hinarê 14 hezar û 822 ton bûye, lê sala bihorî ew rêje bo 24 hezar û 852 ton bilind bû.

Li gor heman amarê, sala borî 41 hezar ton hinar li Herêma Kurdistanê hatiye bikarbirin, ku %60ê wê rêjeyê hinarên xemalî bûye. Lê belê li gel wê çendê hêj berhemê xwemalî yê hinarê negihîştiye wê astê ku di plana stratejîk a Wezareta Çandiniyê de hatibû diyarkirin.

Li gor plana stratejîk a Wezareta Çandiniya Kurdistanê, gerek di warê çandinî û berhemanîna hinarê de, Kurdistanê bigihîştiba xwejiyandinê.

Rêvebirê Giştî yê Baxdarî û Daristan û Pawan li Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê, Hisên Heme Kerîm dibêje, Wezareta Çandiniyê berhema hinar weke yek ji berhemên stratejîkên mêwe diyar kiriye, her ji ber wê jî plan ji bo geşepêdana wê hebûye, lê belê ji ber kêmiya bûdceya ku hikûmet ji sektora çandiniyê re dabîn dike, wan nekariye planên xwe cîbicî bikin û berhema hinar heta asta xwejiyandinê zêde bikin.

Li gorî gotina wî berpirsê Wezareta Çandiniyê, ew rêjeya hinaran ku berhem tê, berhama cotkaran bi xwe bûye.

Hisên Heme Kerîm dibêje: “Dara hinarê bergiriya wê li hember nexweşiyê baş e û pêwîstî bi xizmetek zêde nîne, ji ber wê jî cotkaran giringiyek taybet dane çandiniya wê. Hikûmetê jî bo parastin û firotina berhemên wan di demsala gihîştina hinarê de, anîna hinaran ji derve qedexe kiriye, yan jî bac daniye ser anîna wê, ew yek jî bûye sedem ku sal bi sal berheman hinar zêde bike û niha %60 hinarên di bazarê de, xwemalî ye.”

Hinarê pêwîstî bi axeke têkel û keşûhewayeke navendî heye, ew taybetmendî jî li piraniya deverên Herêma Kurdistanê heye, ji ber wê jî li piraniya deverên Kurdistanê, hinar tê çandin.

Hisên Heme Kerîm li ser wê baweriyê ye, ku ew sedemên ku dibin sedem ku berhema hinar negihîje asta xwejiyandinê, ev in:

Nebûna baxên hinarê di rûberên mezin de, girifta firotina wan, kêmiya embarên hilgirtina wan, bi pîşesazînekirina berheman û kêmiya alîkariya Wezareta Çandiniyê bo paşxistina wê berhemê.

Heman berpirsê Wezareta Çandiniyê dibêje: “Eger ev arîşe werin çareserkirin, Herêma Kurdistanê ne tenê pêwîstî bi anîna hinaran ji derve nabe û dikare bişîne derve jî.”

Cotkarekî parêzgeha Helebceyê, Azad Mihemed ku xwediyê baxeke 16 donimî yê hinar li nêzîk navçeya Seyid Sadiq e, berhema salane ya baxê wî nêzîkî 90 ton dibe. Ew dibêje: “Me pirsgirêka firotina berhemên xwe heye, nek kêmiya berhem.”

Her çend gelek baxên hinarê li Kurdistanê hene, lê belê tijî nînin û gelek caran jî tûşî nexweiyê dibin. Azad Mihemed bi rêya taqîkirinê û piştgirêdan bi ezmûna xwe, kariye berhema baxê xwe zêde bike. Ew dibêje: “Arîşeya cotkar di wê de ye, ku ji ber kurmê hinarê, kalîteya barhema me baş nabe, piştî lêkolîna min, ji min re derket holê ku di nîveka meha Sibatê heta nîveka meha Adarê, pirpirûkek biçûk tê û di nav gula hinarê de hêkan didanê. Cotkar bi eşandina semê, pirpirûkê ji nav didbin, lê belê nikarin wan hêkan ji nav bidin. Min dermanek dîtiye, ku şiyaa ji nav birina hêkên pirpirûkê heye.”

Arîşeyeke din a cotkarên hinarê, teqîna hinaran e. Azad li ser wê yekê jî dibêje: “Sedema wê teqînê, avdana baxên hinaran bi şêweyeke nezanistî ye, ji ber wê gerek di nîveya meha Tebaxê de avdana hinarê kêm be.”hinar

Herwiha li hin navçeyan, aliyekê hinar dişewite û req dibe. Azad Mihemed sedema wê û çareseriya wê jî dizane û dibêje: “Mezintirîn şaşiya cotkaran jêkirina şaxeyên hinarê û hêlana çend şaxeyan e ku ew yek dibe sedem ku hinar reş bibin û kêmtirîn ber hebe. Ji ber wê jî pêwîst e ji bilî şaxeyên nişîv, nabe ti şaxeyeke din a dara hinarê were jêkirin.”

Wezareta Çandiniyê ti rûpîwek bo rûberê bax û hejmara darên hinarê nîne, tekane pêwera Wezareta Çanidniyê bo zanîna asta kêmbûn an zêdebûna hinar li Kurdistanê, zanyariyên komkirî yên gumrukên sewze û mêwe ne ku bi rêya komîteyên çavdêriya nirxan ve rojane tên tomarkirin.

Li gorî datayên gumrukê, berhema salane ya baxên hinarê li parêzgeha Hewlêrê derdora 8000 ton e.

Rêvebirê Baxdariya Hewlêrê, Loqman Mistefa jî dibêje, berhema salane ya hinar li sînorê parêzgeha Hewlêrê ji wê rêjeyê zêdetir e ku di amara Wezareta Çandiniyê de hatiye, çimku bi gotina wî di dema gihîştina berhema hinarê de, piraniya cotkaran li derveyî gumrukan berhemên xwe difiroşin û beşek ji wan jî berhemên xwe dibexşin.

Bi mebesta parastin û geşepêdana berhema hinar, Wezareta Çandiniyê di heyama salên 2009an de heta 2011, bi rêjeya zêdetir ji 196 milyon dînarî, piştevaniya çandina 232 donim hinar bo hejmarek cotkar kir, ku 45 donim pişka parêzgeha Hewlêrê bû.

Loqman Mistefa dibêje: “Armanca me ji çêkirina wan baxên nimûneyî, nasadin û rahênana cotkaran bû li ser şêwaza nû ya çandinê û xizmetkirina baxan, da ku em bikarin bi rêya wan kalîteya berhemên xwe pêş bixin. Di vê pêngavê de jî em serkevtî bûn û niha beşek ji cotkaran sîstema nû ya çandinê cîbicî dikin û berhema wan jî baş e.”

Rûdaw

Bir cevap yazın

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.