Îdia: Iraq razî bûye PKK’ê tevlî hêza Heşdî Şabî bike

Spread the love

Li gorî zanyariyên rojnameya Gardian a Brîtanî, Şêwirmendê Asayişa Netewî ya Iraqê Falih Feyaz razî bûye ku çekdarên PKKê li Iraqê bikevin ser hêza Heşdî Şabî ya Şîeyan.

Ew rojnameya Brîtanî ku PKK bi çekdarên hizbekî Tirkiyê binav dike û dibêje, li Şingalê ji aliyê Hikûmeta Iraqê ve giringî bi wan tê dayîn.pkk

Gardian dibêje:

Heşda Şeibî di meha Hezîranê ya sala 2014ê li ser bingeha fetwaya lêvegera Şîeyan Elî Sîstanî hatiye damezrandin bo şerê DAIŞê.

Li gorî çavkaniyeke Xelîc Online,

Hikûmeta Iraqê mehane 800 dolaran dide her çekdarekî PKKê. Çendek navendên wan li Kerkûkê ji aliyê YNKê ve li navçeyên hejaran hatine kirêgirtin.

Xelîc Online dibêje,

Hikûmeta Iraqê haydar e ji hemû çalakiyên PKKê li nava axa Iraqê û bi temamî xwe ji wan re bêdeng kiriye, lê dema ku Tirkiye ragihand ku ewê beşdarî şerê Mûsilê bibe, hikûmeta Iraqê nerazîbûna xwe li dijî wê nîşan da.

Bir cevap yazın

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.