Înîsiyatîfa Serxwebûnê bangewaziyê li Kurdan dike!

Spread the love

Gruba ‘Înîsiyatîfa Serxwebûna Kurdistanê’ bi helmeta îmzeyan a ku da destpêkirin, daxwaza piştevaniya serxwebûna Kurdistanê ji her kesî kir.

Înîsiyatîfê bi pêşengiya çend kesayetên kurd ên li Swêd dimînin hatiye destpêkirin ku dixwazin piştevaniya prosesa serxwebûnê xurt bikin.

serxwebûnÎnîsiyatîfa Serxwebûnê nameyek arasteyî Serokê Herêma Kurdistanê jî kir ku ew dê ji bo gihîştina wê armancê ligel wî rawestin.

Rûpela Facebook a înîsiyatîfê

@serxwebunakurdistan

Lînka kampanyaya îmzeyan a înîsiyatîfê 

http://www.ipetitions.com/petition/insiyatifa-serxwebuna-kurdistane

Vîdyo daxuyaniya Înîsiyatîfa Serxwebûnê

Daxuyaniya Însiyatîfa Serxwebûna Kurdistanê:

Çima Însîyatîfa Serxwebûnê?

Ji Însîyatîfa Serxwebûnê merhaba!

Armanca İnsiyatifa me, piştgiriya prosesa serxwebûnê û bihêzkirina ew îrade ye ku dixwaze serxwebûna Başûrê Kurdistanê pêk bîne.

Milletê Kurd 200 salin ji bo azadî û serxwebûna Kurdistanê bê rawestan xebat meşandiye û ji bo vê armancê ji nifusa gellek dewletên serbixwe zêdetir şehîd û qurbanî daye.

İro li Başûr xebat û tekoşîna rizgari û azadiya Kurdistanê gihiştiye pêvajoya dewleteke serbixwe. Eger rewş û merc bi avayekî objektif bên analiz kirin, mirov dibîne ku qedera Kurdistanê bi giştî biserkeftina gava serxwebûna Başûr va hatiye girêdan…

Rewşa Iraqê, rojhilata navîn û dinyayê dest dide ku Başûr ber bi serxwebûnê gav biavêje. Bê guman ev pêvajo bê êş û bê problem nabe. Ji bo ku pêşiya gava serxwebûnê bigrin, dijmin jî bi her awayî hewil didin, herweha planên qirêj yên veşartî û aşkere jî di rojevê da ne…

Yek ji mercên nehiştina wan erqele û astengên ku derdikevin pêşiya rêya serxwebûnê de ew e ku divê bi piştgiriya milyonan bê standin da ku ew asteng û arqele pûç bibin.

Em çend kesên ku li Swed dijîn li ser van bîr û baweriyan hatin ba hev me insiyatifek pêk anî. Armanaca me, li tevahîya Kurdistanê û li seranserê dinyayê li ser internet û sosyal medyayê peydakirina piştgirîya ji bo prosesa serxwebûna Kurdistana Başûr e.

Însîyatîfa me ne girêdayî partîyeke siyasi, ne jî li dijî tu partiyeke siyasi ye.

Armanca me, bi tene piştgiriya Serxwebûna Başûr e!

Kurdino werin em imkanên înternet û sosyal medyayê bi kar bînin û hêza xwe nîşan bidin!

Piştgirîya kampanya serxwebûnê bikin!

Her imzayeke we, dê welatê me gavek din nêzîkî serxwebûnê bike!

Bijî Serxwebûna Kurdistanê

Însîyatîfa Serxwebûnê

Nameya vekirî ya ji aliyê Însiyatîfa Serxwebûna Kurdistanê ve ji Serokê Herêma Kurdistanê re bi çend zimanan hatî weşandin:

Birêz Mesud Barzanî

Serokê Herema Kurdistanê

Rewş û derfeta Iraqê, ya rojhilatanavîn û cîhanê dest dide ku Başûrê Kurdistanê ber bi serxwebûna xwe gavê biavêje. Serxwebûna Kurdistanê mafekî rawa yê miletê me ye ku di dîrokê de tuşî gelek neheqiyan hatiye…

Çênabe ev rewşa dîrokî bibe qurbana hin problemên navxweyî. Em hêvî dikin ku hemmû aliyên sîyasî, olî û neteweyî, saziyen resmi û sivîl nakokiyên xwe deynin alîyekî û di vê prosesa serxwebûnê de hevûdu bigrin bi yek deng û yek helwest bin!

Serokê hêja, hêvî û armanca bi milyonan Kurd û Kurdistaniyên li cîhanê ew e, ku Başûrê Kurdistanê bighîje serxwebûna xwe û ew ji bo tevayiya Kurdistanê bibe hêlîneke ewle!

Daxwaza me ew e ku, yekitiya herî berfireh a hemmû alî û hêzên Kurdistanê pêk bê û prosesa serxwebûnê bighijê encamekê. Bi awayekî aram û ewle gihîştina encamekî serkeftî ya prosesa serxwebûnê de rola we ya lihevanîn û pêşengiyê gellekî giring e.

Bila herkes zanibe ku di pêvajoya pîroz a serxwebûnê de, em ji dil û can bi we re ne!

Bir cevap yazın

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.