Îraqê hişyariyeke tund da Tirkiyê

Spread the love

Wezareta Derve ya Iraqê gazî li Balyozê Tirkiyê yê Bexdayê Faruk Kaymakçi kir û hişyarike tund da Tirkiyê.

Li gor daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Iraqê wan ji ber gotinên Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan yên derbarê hebûna yekîneya Tikiyê li herêma Başîqayê de bi rêya Balyozê Tirkiyê yê Bexdayê Faruk Kaymakçi “hişyareke tund” dane wî welatî.irak

Li ser mijara hebûna leşkerên Tirkiyê di nav axa Iraqê de û herwiha beşdarbûn an jî beşdarnebûna wan hêzan di şerê Mûsilê de, nakokiyek tund di navbera Bexda û Enqerê de derketiye.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan 11ê Cotmehê di kongreya welatên îslamî de ku li Stenbolê birêve çû, bi tundî li hember gotinên pêştir ên Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî, bertek nîşan dabû û gotibû, Ebadî ne di asta wî de ye û Artêşa Tirkiyê de jî ne di wê astê de ye, ku bi gotinên Ebadî paşve vekişe.

Heman rojê Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî bersiva Erdogan dabû û gotibû: “Teqez em ne hevtayê te ne. Emê axa bi zend û baskên zilamên xwe rizgar bikin, ne bi Skypeyê.” Rudaw

Bir cevap yazın

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.