Kişanak û Anli hatin binçavkirin

Spread the love

Hevşaredarên Diyarbekirê Gultan Kişanak û Firat Anli bi hinceta piştevaniya terorê kirine ji aliyê polîsên Asayîşa bajêr ve hatin binçavkirin.

Hevserokên Şaredariyê îşev piştî dorpêçkirin û lêgerîna polîsan a li avahiya şaredariyê û malên Kişanak û Anli berdewam dike ku sedem jî wek lêpirsîneke ser terorê hatiye ragihandin.

Hate ragihandin ku Gulten Kişanak li firokxanê Firat Anli jî li mala xwe hatiye binçavkirin.

Binçavkirina Hevserokên Şaredariya Diyarbekirê piştî tayînkirina qeyûman li ser gelek şaredariyên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) pêk hat.gulten kisanak Firat anli

Tê zanîn ku piştî Hewla Darbeya FETO’yê biryara qeyûman di çarçoveya ragihandina Rewşa Awarte de hatibû wergirtin.

Hêjayî bîrxistinê ye îro Sêşemê Gulten Kişanak  li komîsyona darbeya 15’ê Tîrmehê bersiva pirsên komîsyonê dabû.

Bir cevap yazın

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.