Komîserê NY amadekariya koçberên Mûsilê dike

Spread the love

Komîsyarê Nû Netewên Yekbûyî bo Karûbarên Penaberan (UNHCR) Filippo Grandi di civîneke li gel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî de ragihand, ku Netewên Yekbûyî dê hewl bide, di warê alîkariyên mirovî yên bo awareyan de zêdetir alîkariya Kurdistanê bike.

necirvan Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî roja sêşemê 18.10.2016ê li bajarê Hewlêrê, li gel Komîsyarê Nû Netewên Yekbûyî bo Karûbarên Penaberan (UNHCR) Filippo Grandi civiya û her du aliyan di vê civînê de behsa destpêklirina operasyona rizgarkirina Mûsilê û rewşa aware û koçberên li Herêma Kurdistanê kirin.

Di civînê de ku, Cîgirê Serokwezîrê Kurdistanê Qubad Talebanî jî amade bû, şandeya UNHCR rola xelk û hikûmeta Herêma Kurdistanê bilind nirxand ku tevî rewşa dijwara aborî, Herêma Kurdistanê, hevahengî digel rêxistinên ser bi Neteweyên Yekgirtî ve pêşwazî li hijamreke gelek zêde ya koçber û penaberên destê terorê kiriye, hewandine û xizmetên pêwîsr pêşek kirine.

Behsa destpêkirina operasyona rizgarkirina Mûsil û derdûra wê hat kirin ku tê çaverêkirin hijmareke din ya xelkê wan deveran ber bi Herêma Kurdistanê ve koçber bibin û sipasiya hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku pêşwext amadekarî ji bo hewandina wan kiriye û daxwaz ji civaka navdewletî kir ku zêdetir hevkarî û alîkariya Herêma Kurdistanê bikin.

Nêçîrvan Barzanî hêvî xwest, ku berpirsê nû yê UNHCR di kar û xebatên xwe de serkeftî be û got hikûmeta Herêma Kurdistanê amadeye piştevaniya kar û çalakiyên UNHCR bike. Barzanî amaje bi wê yekê kir ku pêdviye civaka navdewletî zêdetir alîkariya Herêma Kurdistanê bike, jiber ku ji ber wê rewşa dijawar a Herêma Kurdistanê tê de ye, êdî nikare weke pêwîst xizmeta wan koçber û penaberan bike.

Serokwezîr got, ku pêwîst e planeke siyasî û aborî ya saxlem ji bo qonaxa piştî rizgarkirina bajarê Mûsil û derdora wê hebe û ew plan bi hevahengî di navbera Herêma Kurdistan, Hikûmeta Iraq û hevpeymanan de bihê amadekirin, bi taybet di ware ewlehî, civakî, avedankirin û mirovî de, daku koçber vegerin ser mal û milkên xwe û jiyana wan parastî be. Rudaw

Bir cevap yazın

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.