Kovara “Psychology Kurdî” dest bi weşanê kir

Spread the love

Kovarake derûnasî ya bi kurdî bi navê “Psychology Kurdî” dest bi weşanê kir.

Psychology Kurdî dê 4 mehan carekê were derxistin.

Di hejmara yekem de zarok, şer û travma bûye mijara kovarê.

Li ser navê Weşanên J&Jê xwedî û berpirsiyar Mehmet Gungormuş, Berpirsiyarê Giştî jî Azad Zal e.derûnînas pdikoloji kurdi

Di nav edîtorên kovarê de Sîdar Ozmen, Mihemed Elî Alûcî, Siyabend Aslan, Kenan Keddar û Etman Yavuz hene.

Amadekarên kovarê dibêjin tenê armanceke wan heye ku ev kovar ji derûnînasiya kurdî re bibe stûnek.

Derbarê naverok û mijara kovarê de amadekarên kovarê wiha dibêjin:

“Qonaxa ku em tê re derbas dibin, mixabin qonaxake bi şer û pevçûn e. Di vê qonaxê de her roj gelek bûyerên erjeng tên jiyandin. Bi hezaran mirov ji ber van bûyerên erjeng an dimirin an jî birîndar û koçber dibin. Ji ber vê yekê tendirustiya derûniya mirovan dikeve xetereyê. Bi taybetî di van qonaxên wisa de herî zêde zarok dikevin bin bandorên xetereya şer û pevçûnan.

Di van rewşan de gelek pirsgirêkên derûnî rû didin: Trawma, stresa tîj, stresa domdar, nexweşiya stresê ya piştî trawmayê, sewesî-zorlêtî, stresa şer û hwd. Ji ber vê sedemê me xwest ku bi gelemperî mijara hejmara yekem derheqê trawmayê û bandora wê ya li ser derûniya zarok û ciwanan be. Bi vî awayî me xwest ku van nexweşiyên trawmayê û rêyên çareseriyê bidin nasîn.”

Bir cevap yazın

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.