Krîza Sûriyê bû sedema cemidandina peymanên Rûsiya û Amerîkayê

Spread the love

Piştî rawestandina danûstandinên li ser çareserkirina krîza Sûriyê, peymana navokî û enerjiyê ya navbera Rûsiya û Amerîkayê hate cemidandin.

Serokwezîrê Rûsiyayê Dimitri Medvedev doh (06.10.2016) biryarnameya rawestandina peymana navbera Saziya Enerjiya Navokî ya Rûsiyayê (Rosatom) û Wezareta Enerjiyê ya Amerîkayê îmze kir.rusya amerika

Li gor EuroNewsê Berdevkê Rosatoyê ragihand ku pêdiviyên peymanê ji 2014’an ve ji ber krîzên herdu aliyan nehatine bicihanîn.

Herwiha di malpera Wezareta Karê Derve ya Amerîkayê de jî hate ragihandin ku ew peymaneke mirî bûye û ti niyeta wan nîne bi Rûsiyayê re pêwendiyên wisa bikin.

Peymna navborî di sala 2013’an de hatibû îmzekirin û piştî hefteya borî dawîlêanîna danûstandinên siyasî yên li ser krîza Sûriyê têkiliya her du welatan xera bû.

Li aliyê din rêveberiya Moskowê jî hefteya borî peymana tunekirina plutonyumê ya navbera xwe û Washingtonê yekalî rawestandibû. Nûçexane

Bir cevap yazın

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.