Li Rojava 2 Rojnamevanên Kurd hîna girtî ne

Spread the love

2 peyamnêrên Yekîtî Media Berzan Şêxmûs (Amûdê) û Alan Selîm Mihemed (Qamişlo) ku ji 16’ê Tebaxê ve ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hatine girtin, ev zêdetirî du mehan e zindankirî ne.

rojnamevanî Demek berê Sendîkeya Rojnamevanên Kurdistana Sûriyê di daxuyaniyekê de ragihandibû ku, ‘Desthilata defakto li Kurdistana Sûriyê hîn herdu rojnamevan Berzan Şêxmûs û Alan Selîm Mihemed bernedane.’

Sendîkeya rojnamevanan ew girtin wek karekî neyasayî pênase kiribû û daxwaz ji desthilata PYDê kiribû wan rojnamevanan serbest berde, rêzê li perensîbên mafên mirovan bigire û rêzgirtinê li azadiya karê rojnamevanî bike.

Bir cevap yazın

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.