Li Urmiyê vekirina Fêrgeha Kurdî bi fermî hat qebûlkirin

Spread the love

Parêzgarî û Rêveberiya Kultur û Îrşad a Parêzgeha Ormiyê daxwaza vekirina zimanê Kurdî li vî bajarî pesend kirin.

Di heyama bihorî de, çend çalakvanên edebî û kulturî yên Kurd ên bajarê Ormiyê dest bi kampaniyayeke komkirina îmzayan bo vekirina nevendeke zimanê Kurdî li Ormiyê kiribûn.

Wan çalakvanên Kurd bi wê kampaniyê karîbûn, 20 hezar îmzayên welatiyên Kurd ên bajarê Ormiyê kom bikin û piştre ew îmza ji rêveberiya parêzeha Ormiyê re şandin û daxwaza vekirina fêrgeheke zimanê Kurdî li Ormiyê kirin.urmiye

Piştî şandina wan 20 hezar îmzayan, Parêzgariya Ormiyê û Rêveberiya Kultur û Îrşad a Ormiyê daxwaza vekirina fêrgeha Zimanê Kurdî li vî bajarî pejirandin.

Li gorî zanyariyan, Desteya Rêveber a wê bingehê jî hatiye diyarkirin û biryara vekirina wê navenda Zimanê Kurdî bo pesendkirina dawî bo Wezareta Kultur û Îrşad a Îranê hatiye şandin.

Parêzgeha Ormiyê, parêzgeheke Rojhilatê Kurdistanê ye, ku Kurd û Azerî weke du pêkhateyên sereke tê de dijîn, herwiha pêkhateyên kêmîne yên weke Aşûrî û Ermenî jî li wê parêzgehê dijîn.

Bajarê Ormiyê jî yek ji bajarên kevnar ê Kurdistanê ye, lê belê ji ber siyasetên hikûmeta navendî ya Îranê, desthilata rêvebirinê li wê parêzgehê û bi taybet li bajarê Ormiyê di destê pêkhateya Azerî de ye û Kurd ji rêvebirinê hatine bêparkirin.

Di sala 2013an de Şaredariya Ormiyê ku îdareya wê di destê azeriyan de ye û piraniya endamên wê ji pêkhateya Azerî ne, bi biryarekê zimanê Kurdî li nav bazarên Ormiyê û bi taybet tablo û navê dukanan ên bi Kurdî qedexe kiribûn û dest bi danîna tabloyên bi zimanê Azerî li ser cade û kolanên bajarê Ormiyê kiribûn.

Ew yek di demekê de, bû ku zimanê Kurdî di destûra îranê de bi fermî hatiye naskirin û li gorî destûra wî welatî mafê ti aliyekê nîne, zimanê pêkhateyekê li Îranê qedexe bike.

Her çend welatiyên Kurd ên Ormiyê li hember wê biryar û pêngava Şaredariya Ormiyê nerazîbûna xwe dabûn nîşandan, lê belê Tehranê heta niha jî ti helwestek li xwe nîşan nedaye.

Rûdaw

Bir cevap yazın

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.