Miss Kurdistan hat hilbijartin: Şaliya Sîrwan bû Şahciwana 2016an

Spread the love

Bi merasîmeke ku li paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê birêve çû, sêyemîn şahciwana Kurdistanê hate hilbijartin.

Di merasîma ku di televizyonên Başûrê Kurdistanê de zindî hate weşandin de, ji nav 11 keçên mabûn fînalê keça 21 salî ji bajarê Silêmanîyê Şaliya Sîrwan bû yekemîn û erka Şahciwaniya Kurdistanê bi dest xist.img_7358

Jibo vê mebestê 63 kecan ji Kurdistana Rojhilat û Başûr navên xwe tomarkiribûn, lêbelê bi tenê 11 keç gihştin qonaxa dawî.

Beşek mezin ji wan keçên ku, gihîştine qonaxa dawî ji Kurdistana Rojhilat bûn û beşa din jî xelkê bajarê Silêmaniyê bûn.
musaît ss kurdistan
Mercên beşdarbûnê wiha bûn:

Divê keç Kurd be, temenê wê ne kêmî 18 salî be û ne jî ji 30 mezintir be, herwiha divê xwedî bawername be, mêr nekiribe, dirêjbûna wê ne kêmî 165 cm û divê asata wê ya rewşenbîrî jî baş be.

Sala 2012an Şênê Ezîz Ako bûbû şahciwana Kurdistanê, sala 2012an jî Fênik Mihemed bû duyemîn şahciwana Kurdistanê ya sala 2013an.img_7369

Ji ber qeyrana darayî û rûdanan salên 2014 û 2015 merasîma hilbijartina şahciwana Kurdistanê nehatibû çêkirin.

Bir cevap yazın

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.