Nadya Xelata Mafê Mirovan Wergirt

Spread the love

Balyoza Niyazpakiyê ya Neteweyên Yekbûyî Nadya Murad, li bajarê Starsburgê yê Fransayê û li Koşka Encûmena Parlementoya Ewropayê xelata Vaclav Havel ya mafên mirovan wergirt.

Xelata Vaclav Havel taybet e bi mafên mirovan e û yek ji girîngtirîn xelatên Ewropa ye û buhaya wê 60 hezar Euro ye.nadya

Xelata Vaclav Havel bi nave Serokê koçkirî yê Komara Çîk e û salane bo kesên di warê mafê mirovan de çalak in tê pêşkêşkirin.

Herwiha ligel xelatê jî 60 hezar Euro jî tê bexşkirin.

Nadya Murad keça Kurd a Êzidî di 3 Tebaxa 2014an de li Şingalê ji aliyê DAIŞê ve dîl tê girtin û wek “Sebiye” tê kirîn û firotan û malbata wê jî tê kuştin.

Piştî ku karî xwe ji destê çekdarên DAIŞê rizgar bike, bi riya medya karî çîroka xwe bi cîhanê bide nasîn. Di wê çarçovê de jî di Encûmena Asayişa Navdewletî û NY de bû mêvan û derbarê tawanên DAIŞê de axaft.

Piştre di meha borî de, Nadya Murad ji aliyê NYê ve wek balyoza Niyazpakiyê hat destnîşankirin û bû yekem jina Kurd ku erkê Balyozê Niyazpakiyê di cîhanê de werbigire. K24

Bir cevap yazın

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.