Neo-cahş çi dikin? (Mihemed Sanri)

Spread the love
Mihemed Sanri / Nivîskar - Rojnamevan
Mihemed Sanri / Nivîskar – Rojnamevan

Dinya hemî şehid e ko, di serî de Emerîka di asteyê herî bilind de û hemî hêzên li dijî Daîşê jî, ji salekê zêdetir li ber Serokê Kurdistanê Mesud Barzanî digeriyan ko wî qane bikin da ko Pêşmerge arîkariya şerê Musilê bike.

Mesud Barzanî her car digot, rewşa siyasî û îdarî ya piştî rizgarkirina Musilê gelek ji rewşa bi eskerî Musil bê rizgarkirin, grêfttir û girantir e; heya hon diyar nekin ko ka projeya we ya piştî rizgariyê çi ye, em tevli şer nabin.
Di çerçoveya garantîkirina mafê hemî pêkhateyên Musilê de, Serok Barzanî piştgiriya şerê rizgariya Musilê qebûl kir.

John Dorain berdevkê CENTCOMê yê koalîsyona li dijî Daîşê li Iraqê, vê êvarê beşdarî weşana Kurdistan24-ê bû. John Dorain giringiya vî şerî weha anî ziman: “Ev şerê li Musilê ne tenê ji bo Kurdistanê û Rojhilata-nêvê belê ji bo ewlehiya dinê hemiyê gelek giring e”
Navenda bajarê Musilê 60 kîlometreyan ji navenda payxetê Kurdustanê Hewlêrê bi dûr e. Di menzîla her mûşekek dûravêj de ye. Ji bilî plan û êrişên Daîşê yên terorî û xwekujî yên herdem.
Ji tebaxa 2014-yê ve Kurdistan bi giştî ketiye ber êrîşên wehşî yên vê rêxistinê. Du sal e Kurdistan di şereke giran yê li dijî vê rêxistina wehşî de ye. Heya niha dora hezar û pençsed Pêşmergeyan canê xwe yê pak daye axa sar, şehît bûne. Ji heft hezaran zêdetir Pêşmerge birîndar bûna.
Dinyaya medenî hemî şahidê şan û şerefa Pêşmerge ya vî şerî ye û bejna xwe Pêşmerge re ditawîne.
Feylesofê frensî yê niha dijî û di nav yên dijî de yê herî navdar e, B. Levy sengerê serfermandarê Pêşmerge General Herkî ko beri salekê di tê de şehîd ketîibû, beriya du rojan wekî cihê hecê ziyaret kir.
Lê mixabin neo-cahşên di nava Kurdistanê de bi zimanekî kirêt êrîşî Pêşmerge dikin, heya ji wan tê rolê cahşîtiyê îro bi rengek dî bicih tînin.
Medyaya apocî ya neo-cahş bi dîlketina Şigalê re bi vîdeoyên sexte xwest lekeyê bêxe ser navê Pêşmerge. Ev medyaya neo-cahş niha jî bi rewşeke necar li dîjî Peşmerge “pesnê” ordiya Iraqê dide.

Niha qelemşorên taxima Hero Îbrahim Ehmed û Noşirewan Mistafa jî wekî neo-cahşan êrişî Pêşmerge dikin. Ji Pêşmerge re dibêjin milîs û şerê Musulê jî wekî “lehîstikek ya PDK”yê bi nav dikin.

Di ti welatên dinê de, dî rewşeke weha ya di şereke giran de bêyî ko dadgeheke ya “Dîwan î Harb” hebe, saziyên bergiriya niştimanî dikin nikarin karên xwe bi selametî bi rê ve bibe. Dadgehek ya Dîwan î Harb bi qasî şerê li dijî Daîşê li himberî neo-cahşan mîsoger e.

“Neo-cahş çi dikin? (Mihemed Sanri)” için bir cevap

Bir cevap yazın

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.