Nivîskariya Kurdî li Bakur (Ferhad.S)

Spread the love

‘Ger hûn bixwazin Welatê min binasin vekin deriyê agir û rojê kevoka mirovheza heftreng dê bifire ber bi we’ Berken Bereh

Nivîskarî çi ye? Erka nivîskariyê çi ye? Bersivên her du pirsan jî li gor însanan tên guhertin.

Nivîskarî, awêne ye. Awêneya ziman û civakê ye.

Ê ziman serbilind dike jî û ê ziman dikuje jî nivîskar e.

Ê ku civakê baş nîşan dide û yê ku civakê xerab jî nişan dide nivîskar e.

Nivîskar ew e ku bi berhema xwe bibe dengê civakê û rengê civakê bide der.

nivîskarDi qada şer de nivîskar gavê xwe bi pêş ve davêje û bi gotinê siyaseta xwe, felsefa xwe dike û bi gotinê hem xwe hem dengê xwe hem jî bûyerên ku li civakê tesîr kirine, tîne zimên.

Lê mixabin nivîskarên Bakurê Kurdistanê ji vî tiştî gelek gelek dûr in.

Ji nivîskariyê bêtir siyasetê dikin. Ji nivîskariyê bêtir henekê xwe bi hev dikin, hev temam nakin berevajiyê wê ji berheman bêhtir şexsê hev rexne dikin. Hevdu piçûk dixin.

Yek ger bixwaze kevirekî deyne ser dîwêr, ê din diçe wî kevirî davêje û wî dîwarî hildiweşîne.
Însan nizane ew nivîskar in an siyasetvan in.

Nivîskarê Bakûrî di demên dawî de li dû şan û nav in. Yanê êdî wêje hatiye jibîrkirin, her kes li dû reklam û navan e.

Di demên dawî de li ser twitterê/Facebookê hemû nivîskar dev davêjin hev û em dibînin. Yek gotinekê dibêje yê din êrişê wî/wê dike. Dû re xwendevan pev diçin.

Wêjeya Bakûr hatiye asteke wisa ku êdî bûye wêjeyeke CEMAATÎ û hin nivîskar ji xwe re suxteyan peyda dikin.

Bi vî awayî xwendevanê Nivîskar Ayê, berhemên Nivîskar B.yê naxwîne.

Xwendevanê Nivîskar Byê jî berhemên Ayê naxwîne.

Her nivîskarî ji xwe re CEMAATEK ava kiriye û li her derê pesnê berhema xwe dide.

Xwendevan êdî li dû berheman naçe li dû Nivîskar diçe.

Gelek nivîskarên baş hene ku ji zikreşî û hesûdiyan ji aliyê xwendevanan ve nayên nasîn.

Helbet xeletiyê xwendevanan jî hene. Xeletiya wan a herî mezin ew e ku nivîskar û berhemê ji hev dernaxin.

Mînak; dema ji fikrê nivîskarekî hez neke, berhema wî/ê jî naxwîne. Ev pirsgirêkeke mezin e.

Divê xwendevan têkiliyê bi berhemê re deyne, ne ku bi nivîskar re. Lê ne nivîskar ne jî xwendevan vî tiştî dike.

Nivîskar ji ku derê dibe bila bibe divê xwendevan pêşiya pêşî bi berhemê re têkiliyê deyne. Lê mixabin di vê Wêjeya CEMAATÎ de ev ne mimkun e.

Ji ber ku nivîskar bi dûvê berhema xwe girtiye, li her cafeyê, li her bajarî, li her kolanê behsa berhema xwe dike wek bazirganekî yan etarekî.

Divê nivîskar bibe rênas û berhemên baş nîşanê xwendevan bide û rê nîşanê wan bide.

Divê nivîskar bide pêşiya civakê. Hesûdî û zikreşiya wan, ne dihêle berhemek baş bê nasîn ne jî dihêle ku kesek rasterast berhemekê rexne bike. Ê rexneyê jî dikin bi carekê bi heqaretên nivîskêr re rû bi rû dimînin.

Dema ku rexne ne bi dilê nivîskêr be, êrîşî rexnegir dike, (helbet rexnegir jî di enîyeke cemaateke dîtir de tê hesibandin) lê dema rexne bi dilê nivîskar be wî rexnegerî dide ser serê xwe.

Helbet dema yek berhemekê çap dike, cemaatek henekê xwe bi wê berhemê dike, cemaatek din wê berhemê diparêze.

Camêrek wergerê dike, beriya çap bibe çend nivîskar radibin dibêjin, di wergerê de xeletî heye, behsa ziman û giraniya wê dikin. Bihêlin bila pirtûkê çap bike dû re rexneyê li wê wergerê bike. Berî bê çapkirin berhemê li ber çavê xwendevanan reş nekin.

Nivîskarekî din jî radibe dibêje, di destê wî de melzeme nemaye loma vî karî dike. Dû re xwendevanên her duyan êrîşî hev dikin.

Nivîskarek jî radibe heqeratê li xwendevanan dike. Xwendevan jî heqaretê li hin nîvîskarên din dikin û dibe çetilxêr.

Ger te berhemek hebe bide destê xwendevanan bihêle bila xwendevan heqê berhema te û heqê karê te bide (Ma ne, nivîskar bi xwe jî xwendevan in).

Wekî etarekî li ser malê xwe nesekine û bazarê bi min re/xwendevan re neke.

Divê beriya her tiştî nivîskar karê xwe bike; binivîse, siyasetvan siyasetê, wergêr, wergêriya xwe bike.

Wêje karekî girîng e.

Wêje: Tarîx, ziman, mekan, deng, civak û  rihê gel di xwe de dihewîne. Mirov ruhiyeta xwe, zimanê xwe û ruhiyeta civaka xwe li berhemê bar dike.

Bi kurtî, hûn ew qas zikreş in, tehemula we ji berhemên hev re tune, hûn naxwazin ji bilî we tu kes berheman binivîse. Yek berhemekê derxe xew li we diherime.

Şîretên we li xwendevanan, biçûkxistina nivîskar û berhemên wan in.

Yek ne ji cemaata we be, hûn wî ew qas biçûk dixin, berhema wî hêja be jî hûn wê berhemê bi zikreşiya xwe li ber çavê xwendevanan reş dikin.

Û ez dixwazim helbesta Ustad Berken Bereh bi vî awayî biguherînim, ”Ger hûn bixwazin welatê me binasin” devê wêjeya me venekin wê zikreşiya niviskarên  me, xwe li we bigire

Silav û Rêz.

Ez Qetran an jî Ferhad S.

Xwendevanê Wêjeya Kurdî

sferhads@gmail.com

Bir cevap yazın

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.