Operasyona Mûsilê bi bombardimana asmanî dest pê kir

Spread the love

Operasyona rizgarkirina Mûsilê ku bi pêşengiya Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî DAIŞ’ê birêve diçe, îşev (16.10.2016) dest pê kir.

musulBalafirên hêzên Hevpeymanîyê ku destpêkê tê de Amerîka û Fransa amade bûn bişev baregehên DAIŞ’ê yên dorûbera Mûsilê bombardiman kirin û topxaneyên hêzên Îraqî jî piştevaniya wan kirin.

Hêjayî gotinê ye di vê operasyonê de niha bi awayekî diyarkirî tenê hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û artêşa Îraqê beşdar dibin ku hêza Heşdî Şabî û hêzên giredayî Tirkiyê li derveyî vê operasyonê ne.

Li gor jêderên herêmî û hesabên medya civakî bombardimaneke giran li ser DAIŞ’ê berdewam e ku tê çaverêkirin piştî çend rojan hêzên bejahî dest bi kontrolkirina bajêr bikin.

Bir cevap yazın

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.