Operasyona Kerkukê dewam e, 11 DAIŞ’î hatin kuştin

Spread the love

Hêza Lîwaya 16 a Wezareta Pêşmerge, li nêzîkê gundê Mûbarek Rehmanê 11 çekdarên DAIŞê kuştin.

Rêveberê Polîsên Nevçe û Qazayên Kerkûkê Serhed Qadir ji Rûdawê re ragihand:

“Îro danê sibê (22-10-2016), li nêzîkê gundê Mûbarek Rehman a ser bi bajarokê Leylan a Kerkûkê, komek çekdarên DAIŞê hatine dîtin.”

kerkuk Serhed Qadir got:

“Hejmara koma terorîstan 11 kes bûn. Ew terorîst bûn ku dize kiribûn nav bajarê Kerkûkê û piştî pevçûnên duh ji bajêr reviyabûn. Di dema pevçûnan de 3 ji wan xwe teqandin, 8 terorîst jî bi gulleyên pêşmerge hatine kuştin.”

Qadir da zanîn ku di dema pevçûnan de ti ziyanek pêşmergeyan nebûye û termê 8 çekdarên hatine kuştin jî bi otomobîlên hummer ên pêşmerge tînin Kerkûkê.

Hêjayê gotinê komek çekdarên DAIŞê demjimêr 03.30ê sibêya roja Înê (21-10-2016) dize kirine nav bajarê Kerkûkê, navçeya Dubizê û çend gundekî vê herêmê.

Çekdaran li navenda Kerkûkê xwestin baregahên polîsan yên Domîz û Edeleyê, avahiya parêzgariyê, avahiya rêveberiya kevin a polîsan, avahiya polîsên hawarhatinê kontrol bikin. Lê piştî ku li van navendan rastê berevaniya hêzên ewlekariyê hatin, çekdaran berê xwe dane otêl, mizgeft û hêlînxaneya zarokan.

Pevçûnên di nav bajêr de ji destpêka sibê heta derengiyên êvarî berdewam kir. Îro danê sibê dîsa li taxa Domîz a Kerkûkê, di nava dibistanekî de dora 5 çeldarên DAIŞê ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatiye dorpêçkirin. Pevççûn berdewam dikin.

Rûdaw

Bir cevap yazın

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.