Partiya Malîkî daxwaz dike li Bexdayê ofîsa PKK’ê bê vekirin

Spread the love

 

Perlemantera îtîlafa Dewleta Qanûnê, daxwaza vekirina ofîsa Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) li Bexda û parêzgehên din yên Îraqê kir.

Ewatif Nîeme, perlementera dewleta qanûnê ya Nûrî Malikî serokatîya wê dike, di beyanekê da ragihand; çi tirsa PKKê li ser asayîşa Îraqê nîne.

Ewatifê eşkere jî kir; berî niha ofîsa PKKê li Bexdayê hebû, lê bi fişara Tirkîyê hate daxistin, pêdivîye carek din rê bê dan ku ofîsa PKKê li Bexda û hemû parêzgehên Îraqê bê vekirin.

Yek ji egerên daxwaza vekirina ofîsa PKKê li Bexda ji alîyê perlementera Dewleta Qanûnê ve ew e ku hikûmeta Îraqê dîjayetîya Tirkîye bike.

Ji egerê bicîhbûna hêzeke supayê Tirkîyê li sînorê parêzgeha Neynewa, berpirsên bilindên Îraqê bi tundî êrîşê dikine ser Tirkîyê. WaarMedia

Bir cevap yazın

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.