Pêşmerge Başiq Rizgar kir

Spread the love

Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê, bi piştevaniya balefirên şer ên hêzên hevpeyman ve, nahyeya Başîqa kontrol kir.

peşmerge Li gor nûçeya ajansa Ruetersê ya Amerîkayê îro 23.10.2016ê demek kurt berî naha saet 14:00 hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê nahyeya Başîqê yê nêzîk bajarê Mûsilê kontrol kiriye. Herwaha hatiye gotin ku kontrol kirina nahyeya Başîqa ji aliyê Pêşmerge ve, bi piştevaniya hêzên hevpeyman ê navnetewî ve pêkhatiye.

Herwaha Rueter dibêje berpirsekî Amerîkayê gotiye ku îro serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, wezîrê berevaniya Amerîkayê Ashton Carter di vê derbarê de agahdar kiriye ku Başîqa hatiye kontrol kirin.

Herwaha teqez kiriye ku hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bi rojnamevanan re ragehandiye, ketine nav Başîqê, lê rê nedane rojnamevanan ku biçin nav Başîqê.

Başîq di aliyê îdarî de nahyeye û ser bi qezaya navenda Mûsilê ye û 12 kîlometre li rojhilatê bajêre. BasNews

Bir cevap yazın

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.