Pêşmerge li Şingalê 9 otomobîl teqand û 30 DAIŞ’î kuştin

Spread the love

Hêzên Pêşmerge li navçeya Cedale û Domîz li Rojavayê Şingalê êrîşa çekdarên DAIŞê şikandin û 30 çekdarên DAIŞê hatin kuştin.

Hêzên Pêşmerge berbanga îro bi piştevaniya firokeyên hevpeymaniya navdewletî 9 otombîlên DAIŞê teqandin û şikestin bi êrîşa wan anîn.isingal

Herwiha di êrîşê de 30 çekdarên DAIŞê hatine kuştin û di heya du demijmêran şerûpevçûn berdewam kir.

Herwiha li Aska Mûsilê jî DAIŞê bi çar xwekujan êrîş bire ser sengerên Pêşmerge, lê ew êrîşî ji aliyê Hêzên Pêşmerge ve hate pûçkirin, di wê êrîşê de 2 welatî birîndarbûn.

Êrîşa çekdarên DAIŞê di roja heştê ya Operasyona rizgarkirina bajarê Mûsilê de tê ku, Artêşa Iraqê û Hêzên pêşmerge di 17ê vê mehê de destpêkirbûn û heta niha jî berdewam e. K24

Bir cevap yazın

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.