Pêşmerge û Artêşa Îraqê 5 km nezî navenda Mûsilê bûn

Spread the love

Di roja heştemîn ya operasyona rizgarkirina Mûsilê de, hêzên pêşmerge û supayê Îraqê pênc kîlometran ji navenda bajarê Mûsilê nêzîk bûne.

pesmergeRemezan Hernî, endamê Ragihandin û Rewşenbîrîya Fermandeya Spîlkî ragihand;

Hêzên pêşmerge bi rizgarkirina bajarokê Batnayê yê li devers Tilkêfê re, pênc kîlometran ji navenda bajarê Mûsilê dûr mane, hêzên pêşmerge jî di amadebaşîyeke temam de ne bo bersivdana her êrîşeke terorîstên DAIŞ’ê.

Li gor nûçeya Waarê Remezan Hernî got, ji ber nêzîkbûna hêzên pêşmerge ji navenda bajarê Mûsilê, terorîstên Daişê berdewam hewlan dikin bi rêka xwekuj û trimbêlên mînrêjkirî hêzên pêşmerge paşve bibin, lê hemû hewlên wan bê rêştina dilopeke xwîna pêşmerge hatine jinavbirin.

Bir cevap yazın

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.