Pêşmergeyên Kurdistanê 4 xwekujên DAIŞ’ê kuştin

Spread the love

Berpirsekî PDK’ê li Zumar eşkere kir ku DAIŞê bi 4 xwekujan êrîşî hêzên Pêşmerge kir, lê her çar xwekuj ji aliyê Pêşmerge ve hatin kuştin.

peşmerge Li gor nûçeya KDP.info Hesen Xelo Berpirsê Navçeya PDKê li Zûmar vê êvarê ragihand ku îro terorîstên DAIŞê li Askê Mûsilê ya bakurê bajarê Mûsilê êrîşî Hêzên Pêşmerge kirin, lê Hêzên Pêşmerge bi tundî bersiva wan dan û êrîşa wan têk birin.

Xelo got, “DAIŞ di serî de bi 4 xwekujan êrîşî Pêşmerge kir, lê beriya ku xwe bigihînin nava Pêşmerge, Hêzên Pêşmerge ew dan ber guleyan û her çar kuştin.”

Bir cevap yazın

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.