Pêşveçûna Pêşmerge didome, 3 otomobîlên bombebarkirî hatin pûç kirin +Vîdyo

Spread the love

Şerê rizgarkirina Mûsilê bi hemû dijwariya xwe didome. Pêşmergeyên Kurdistanê di roja 4’an de hewil didin 300 kîlometr çarçikê din bixin jêr kontrola xwe.

Li eniya Başîka pêşmerge 3 otomobîlên bombebarkirî berî xwe bigihînin hêzên wan pûç kirin.

Îro pêncşemê hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li tevahiya derdora gundê Tîsxerab êrîş kirin û çariya Başîk – Bertele kontrol kirin.

Peyamnêrê K24ê li derdora gundê Tîsxerab ragihand, hêzên Pêşmerge li tevahiya derdora wî gundî êrîş dikin û riya derketina çend çekdarên ku di wî gundî de mane jî girtine, ku ji nava gund ve teqe li hêza Pêşmerge dikin.

peşmerge Hêza Pêşmerge di wî gundî de otombîleke bombebarkirî ya DAIŞê teqandin û hewl didin jî ku otombîleke din ya bombebarkirî ku li nav gund maye, biteqînin.

Herwiha çekdarên DAIŞê ji nava gundê Tîsxerab bi Hawinan hêza Pêşmerge topbaran dikin û dixwazin rê li ber pêşketinên Pêşmerge bigirin, lê nikarin rê wê hêza Pêşmerge bigirin.

Heta niha hêza Pêşmerge li eniya bakur û bakurê rojhilatê Mûsilê 7 gund kontrol kirine û pêşveçûn berdewam in.

Li gor zanyariyan, heta niha li beşeke sereke ya hemû eniyan, plana leşkerî bi temamî cibicî kirine û bo kontrolkirina tevahiya navçeyên di nava plana leşkerî ya Pêşmerge de di pêşveçûnê de ne.

Bir cevap yazın

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.