PKK vegeriya salên 90’an, HPG: ‘Me ew ceza kirin’

Spread the love

Hêzên Parastina Gel (HPG) ku baskê leşkerî yê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ye ragihand wan Serokê Şaxê AK Partiyê yê navçeya Pîrana Amedî Deryan Akter kuştiye.

hpg akpCîgirê Serokê Şaxê AK Partiyê yê navçeya Pîrana Amedî Deryan duh 10ê Cotmehê bi şev seat 23.00ê li îstasyona Benzînê ji rastî êrişa çekdarî hatibû û di cih de jiyana xwe ji dest dabû.

HPGê bi daxuynaiyekê nivîskî kuştina Deryan Akter kuştiye li xwe girt.

Di daxuyaniya HPGê de wiha hat gotin:

“10ê Cotmehê saet 23.00’an tîmek me li navçeya Pîran a Amedê Serokê AKPê yê navçeya Pîranê Deryan Aktert ceza kirin. Ev ûnsur di planên qetlîam û qirkirinê de ku dewleta AKPa faşîst li dijî gelê me pêk anîn, yekser cih girtiye û bi sîxurtiyê ve jî her cure rola qirêj li xwe girtiye.”hpg kustin

Hejayê gotine Cîgirê Serokê AK Partiyê yê Şaxê Qelgeliya Wanê Aydin Muştu pêr yekşemî 9ê Cotmeha 2016 li ber deriyê mala xwe rastî êrişa çekdarî hat û di cih de jiyana xwe ji dest dabû.

Hêzên Parastina Gel duh di daxuyaniyekê de kuştina Aydin Muştu jî li xwe girtibû. Rûdaw

Bir cevap yazın

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.