Prof. Şekroyê Mihoyî û Pirtûka ‘Dîroka Kurdistanê’ – Prîskê Mihoyî

Spread the love
priske mihoyi
Nivîskar Prîskê Mihoyî

Ev qerçimokên dêmê apê Şekroyê Xudoyê Mihoyî tê bêjî şax in ji dîroka Kurd û Kurdistanê!

Tê bêjî ev qerçimokên dêmê dîrokzanê meyî mezin bûne wek pişt û kember û me ji ber her «qeda û belayên dîrokî» diparêzin!..

Ev kurdzanê meyî bi nav û deng, Profêsorê bi xwedî rutib û libasê zanyarîyê, akadêmîkê Akadêmîya Ermenîstanê ye.diroka kurdistan

Zanîstîyê tê bêjî bi bengzê xweyî balekêş, zane û bedew va careke dinê jî bangî me dike:

«Dîroka xwe ji bîr nekin û tu caran nav û namûsa xwe erdê nexin!»…

***

7-ê sibata sala 2003-yan ez li Moskovayê bûm.

Wê hênê (îdî gelek sal bûn), ku ez ji Rewanê derketibûm û çûbûme Rûsyayê, li bajarê Îjêvskê berpirsyarê sereke yê rojnama rûsî ya bi navê «Prîgorodnîyê vêstî» (Deng û behsên dorhêla bajêr) bûm.

Wê demê apê Şekro jî li Moskovayê dima, di Navenda Lêgerînên Kurdnasîyê da kar dikir.

Ew himdar û berpirsyarekî wê navendê bû. Ez bi mêvandarî çûme mala wî. Ewî ez bi dilovanî qebûl kirim. Sibê zû hetanî êvarê em li bal hev bûn.

Lawê wî Artûr û nevîyên wî yên xwînşîrin li dora me diçûn û dihatin.

Gava ez rabûm û min xwetrê xwe wî xwest, profêsor jî rabû û ji pirtûkxana xwe ev berevoka zanîstî ya «Dîroka Kurdistanê» dîyarî min kir.dîroka kurdistan2

Ew berevoka gotarên zanîstî ewî û kurdzanên navdarê dinê amade kiribûn. Û ewî li ser rûpêla duda bi rûsî nivîsî:

«Ji bo Prîskê hizkirî û maleta wîye bêqusûr! Bi daxwezên bextewarîyê û jîyaneke têr û tije. Bi sîmpatîya mezin-Ş.X. Mihoyî. 7.02.03.»…

…Îdî min apê Şekro nedît. Rast çar sal dû wê rojê ra, sala 2007-an dilkê wî sekînî…

***

Îro dîsa apê Şekro û «Dîroka Kurdistanê» hatne bîra min.

Kete bîra min:

Dêmek, gelek sal berê, li Yêrêvanê, gava ez karmendê rojnama «Rya teze» bûm (ew salên nîveka 80-î ya sedsala berê bû), apê Şekro gotareke balkêş li ser têkoşîna netewî ya li Başûrê Kurdistanê ji bo rojnama me nivîsî bû.

Nayê bîra min, berpirsyarê rojnamê Mîroyê Esed bû, yanê jî cîgrê wî Emerîkê Serdar, gazî min kirin û gotara dîrokzan dane min, ku ji bo çapê amede bikim. Min jî amede kir! Ê, gelo qe dibû, ku min rastkirin bikra nava gotara doktor-profêsorê me?

Nizam çawa bûbû, di hevokeke gotara wî da ev gotina derbas bûbû:

«Kurdên Kurdistanê»… Rojnema «Rya teze» derket.

Sibetirê ewî gotara xwe xwendibû. Me hew lê nihêrî, apê Şekro heyamê nîvro hate rêdaksyona rojnamê û bi hêrs got:

«Hûn li vira çi pêşeyî ne? Dêmek, Kurdên Kurdistanê jî hene?». Tu nebêjî, li şûna «Kurd û Kurdistan» min şaş kirîye û çap kirîye «Kurdên Kurdistanê».

Li hejmara rojnamê ya dinê me rastkirin da û lêborîn ji profêsor Şekroyê Xûdo xwest!..prof sekroye mihoyi

***

Niha, paşî aqas sal, gava profêsor Şekroyê Xudoyê Mihoyî dikeve bîra min, ez pirtûkên wîyê zanîstîyê û vê «Dîroka Kurdistanê» didime li ber xwe û rûpêl-rûpêl weldigerînim…

Û disa qisa wî ya li ser «Kurdên Kurdstanê» dikeve bîra min, ya li rojnama «Rya teze».

Wê hênê rehemetî, gava rastî min dihat, bi laqirdî digote min:

«Gelo rewşa Kurdên Kurdistanê çawane?».

Ew dikenîya, lê min ji gotinên wî fedî dikir… Lê gava sala 2003-an li Moskovayê min ew dît, min wî ra li ser vê bûyerê qise kir, kenîya û kenîya û… «şaşîya» min baxişande min!..

Belê, Şekroyê Mihoyî dersên dîroka Kurd û Kurdistan bi her sehet û gav dida me… Lê niha, kê dide me? Yanê jî em didine kê? Ez bawerim, gava profêsor Şekroyê Xudoyê Mihoyî li rû hewatê bûya, rewşa gelê me wê îro aloze nîbûya: ewî wê zima her kesî ra bidîta…

Lê rehma Xwedê li te bûyî, apê Şekro! Çi welatparêzekî mezin û zanyarekî meşûr bû!..

Bir cevap yazın

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.