Senator McCain bang li Tirkiyê kir: Êrîşî YPG’ê nekin

Spread the love

Senatorê Partiya Komarî û Serokê Komîteya Karûbarên Leşkerî yê  Srnatoya Amerîkayê John McCain, bang li Tirkiyê kir ku êrîşên ser Kurdên Sûriyê rawestîne.

Senator McCain di nivîsa ser malpera xwe ya şexsî de, got ku êrîşên Tirkiyê yên ser YPG’ê îstikrarê têk dibin û dihêlin nerehetiyeke mezin rû bide.mccain senator

Senatorê dêrîn yê Amerîkî bal kişand ser ku pêwendiyeke demdirêj a Amerîkayê bi Tirkiyê re heye, lê bûyerên dawî metirsî li ser wê pêwendiyê çêkirine.

“Di heman demê de êrîşên hikûmeta Tirkiyê yên li ser Kurdên Sûriyê îstikrarê xera dikin û dibin sedema rewşeke metirsdar.”

McCain pesnê hevkariya wan a bi YPG’ê re da û got, ‘Şervanên Kurd nîşan dan ku ew şirîkên dilxwaz û kêrhatî ne û hevkariya me ya bi wan re Tirkiye jî tê de, xizmeta berjewendiyên netewî yên welatên herêmê dike. Ez bang li Tirkiyê dikim ku êrîşên ser grûbên Kurdan rawestîne.’

Bir cevap yazın

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.