Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê Bang li Tirkiyê kir

Spread the love

Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê (SRK) nerazîbûna xwe li hember girtina kanalên televîzyon û radyoyên kurdî ji aliyê Tirkiyê ve nîşan da.

Berdevkê Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê, Hendirên Ehmed di daxuyaniyeke nivîskî de nerazîbûna xwe li hember girtina kanalên televîzyon û radyoyê ji aliyê hikûmeta Tirkiyê nîşan da û got, em bi taybet li hember girtina kanalên kurdî nîgeran bûne. srk rojnamevan

Hendirên Ehmed bang li hikûmeta Tirkiyê kir, ‘Nabe bi ti hincetekê pêşiya azadiya rojnamevanî û ramanê were girtin û divê demildest dest ji wê yekê berde.’

Piştî kûdetaya 15ê Tîrmeha îsal, hikûmeta Tirkiyê bi dehan televîzyon, radyo û rojnameyên girêdayî rêxistina Gulen û vê dawiyê jî komek televîzyon û radyoyên kurdî bi tohmeta nêzîkatiya PKKê girt. BasNews

Bir cevap yazın

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.