Serokê nû yê Baroya Amedê Ahmet Ozmen bû mîratgirê Tahîr Elçî

Spread the love

Li şûna Serokê Berê yê Baroya Amedê Tahir Elçi ku par bi êrîşa terorî hate kuştin, Serokê nû yê Baroya Diyarbekirê hat hilbijartin.

Di encama hilbijartina roja yekşemê 9ê Cotmeha 2016an de, Cîgirê Tahir Elçi, Ahmet Ozmen wek Serokê Baroya Amedê hate hilbijartin.

ahmet ozmen tahir elciKongreya Baroya Amedê li naçeya Kayapinar a Amedê û li Navenda Kulturî ya Cegerxwîn hat sazkirin û 2 rojan dom kir.

Di kongreyê de 2 namzedan hevrikî kir, Cîgirê Tahir Elçi, Ahmet Ozmen û parêzer Mesut Beştaş.

Di kongreya 45emîn de, 1 hezar û 13 parêzeran dengê xwe bikaranîn.

Serokê nû yê Baroya Amedê Ahmet Ozmen bi 33 dengên ji hevrikê xwe zêdetir hat hilbijartin.

Tê pêşbînîkirin ku Ahmet Ozmen jî wek mafnasekî Bakurê Kurdistanê li pey şopa Tahîr Elçî xebatê bike.

Bir cevap yazın

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.