‘Tenê çend seet ji şerê Mûsilê re mane’

Spread the love

Serokerkanê Artêşa Iraqê Ferîq Rukin Osman Xanimî ragihand ku, amadekariyên jibo şerê Mûsilê hatine kirin temam bûne.

Xanimî got, ‘Hêzên ku dê beşdarî şer bibin li cihên xwe amade ne. Dê şer bi tenê li dijî çekdarên DAIŞê be.’

Di dema serdana bereyên şer de, roja Pênşemê 13 Cotmehê, Serokerkanê Artêşa Iraqê Ferîq Rukin Osman Xanimî daxuyanî da rojnamevanan.irak xanimi

“Çend seetek mane jibo destpêkirina şerê azadkirina Mûsilê, lewma em daxwazê ji xelkê bajêr dikin ku ji cihên ku çekdarên DAIŞê lê ne dûrbikevin û kom nebin û agahdarî rênûmayên artêşa Iraqê bin.”

Wî herwiha got: “Artêşê hemû amadekariyên xwe kiriye, ti kêmanî nînin, bi tenê em çarêya seeta sifr in, ew jî dê ji aliyê Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî were îlankirin.”

Xanimî tekezî li wê yekê kir û got: “Şerê Mûsilê dê şerekî bê xwîn be, em daxwazê ji welatiyan jî dikin di dema êrîşan de ji malên xwe dernekevin.”

Di Hizêrana 2014 çekdarên DAIŞê parêzgeha Mûsilê dagîrkirin, Mûsil duyem mezintirîn parêzgehên Iraqê ye. Jêder: BasNews

Bir cevap yazın

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.