Tirkiye beşdarî şerê Mûsilê dibe, PKK na!

Spread the love

Şervanên ku ji aliyê Tirkiyê ve li Başîkayê hatine perwedekirin dê beşdarî operasyona Mûsilê bibin.

Ajansa Anadol a Tirkiyê wek nûçeyeke lezgîn ragihand ku dê ew hêza li Başîkayê ji bo Mûsilê hatiye amadekirin beşdarî operasyonê bibe ku ev demeke di navbera Îraq û Tirkiyê de bûbû mijara nîqaş û netazîbûnên tund.

Ev agahî piştî daxuyaniya Berdevkê Wezareta DYAyê Mark Toner hat ku di civîna çapemeniyê ya rojane de gotibû, “Em piştgiriyê nadin ku PKK di operasyona Mûsilê de cih bigire. Bi awayekî gelek eşkere em wê wek rêxistineke terorî dinirxînin.”

Toner di heman demê de li ser pirsa ku parlamentere Iraqê Avatîf Naîme ji PKK xwestibû li Bexdayê ofîsa xwe veke jî gotibû: “Helbet em piştgiriyê nadin wê.” Nûçexane

Bir cevap yazın

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.