Tirkiye dê bi F16’an beşdarî şerê Mûsilê bibe

Spread the love

Berdevkê Hikûmeta Tirkiyê Numan Kurtulmuş got: “Em dê bi firokeyên F16 beşdarî şerê azadkirina Mûsilê bibin.”

Roja Duşemê 10ê Cotmehê, Numan Kurtulmuş di hevdîtinekê de ligel malpera T24 a Tirkî derbarê aloziyên vê dawiyê di navbera Iraq û Tirkiyê de li ser hebûna hêza Tirkiyê li Başîk bi tundî bersiva Iraqê da.f16

Li gorî gotina Numan Kurtulmuş got, heger hêzên Iraqî beşdarî wî şerî bibin û dê Tirkiye jî ligel Amerîka bi firokeyên F16 piştevaniya wan hêzan bike.

Kurtulmuş  diyar kir ku, hebûna wê hêza Tirkiyê li Başîk jibo şerê li dijî DAIŞê ye û ji wê yekê pêve ti armanceke Tirkiyê nîne, “Herwiha hêzên me rahênanê bi Pêşmerge û hêzên Sunne dikin.”

Bir cevap yazın

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.