Zeyneb Sekanwend li benda sêdarê ye

Spread the love

Jina Kurd li Rojhilata Kurdistanê Zeyneb Sekanwend bi tohmeta kuştina mêrê xwe cezayê darvekirinê lê hatiye birîn û li benda sêdarê ye.

Li gor agahiyên Rêxistina Mafê Mirovan jina ciwan a Kurd Zeyneb Sekanwend di 1’ê Adara 2012’an de ango di temenê 17 saliya xwe de bi behaneya ku hevjînê xwe kuştiye hatiye girtin.

zeyneb iranLi dadgeha Urmiyê cezayê darvekirinê lê hat birîn. Zeyneb ku di 15 saliya xwe de zewiciye, ji aliyê hevjînê xwe ve rastî şîdetê hatiye.

Li gor heman çavkaniyê Zeyneb dema hatiye girtin, 17 salî bûye û dayîna cezayê darvekirinê ji wê re binpêkirina qanûnên navnetewî ye.

Rêxistina Mafê Mirovan ji Îranê xwest ku cezayê darvekirina Zeyneb rake.

‘Zeyneb bi caran ji aliyê hevjînê xwe ve rastî şîdetê hatiye. Gelek caran gilî kiriye lê belê kesî guh nedaye giliyên wê.’

Rêxistina Mafê Mirovan eşkere kir ku kuştina hevjînê Zeyneb bi guman e:

“Zeyneb di dema parastina xwe ya li dadgehê de behsa destavêtina birayê hevjînê xwe dike. Wî kesî çend caran dest avêtiye Zeyneb. Dibe ku destê birayê hevjînê wê di kuştinê de hebe.”

Zeyneb Sekanwend du salan li girtîgeha Xoyê hat girtin. Piştî ku cezayê darvekirinê jê re hat dayîn ji girtîgeha navendî ya parêzgeha Urmiyê re hat veguhestin. Zeyneb di girtîgehê de bi girtiyek mêr re hatiye zewicandin.

Ji hevjînê xwe du canî dibe heta ku roja 30’ê Îlona 2016’an di nexweşxaneyek bajarê Urmiyê de zaroka xwe mirî tîne dine.

Roja 3’ê Cotmehê cezayê wê yê darvekirinê jê re hatiye ragihandin. Dibe ku di heftiyên pêş de were darvekirin.

RojNews

Bir cevap yazın

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.