Amûdê FM hat girtin, Rêveberiya Radyoyê ev kiryar şermezar kir

Spread the love

Asayişa Rojavayê Kurdistanê  bi ser Radiyoya Amûdê FM de girt û xebatkarên wê binçav kirin.

Herdu bêjerên jin Ava Xano û Noşîn Ehmed û teknîkvan Pêşeng Xanê û Sîpan Hecî Qasim nêzî 3 demjimêran di bin çavan de man.

Amude FMHer wiha di lêpirsîna bi wan karmendan re doza rêdankirina radyoyê ji wan hate kirin, piştî wê deriyên radiyo bi zincîran hate kilît kirin, weşan hat rawestandin û karê radyoyê hat qedexe kirin.

Rêveberiya radiyo Amûdê FM bi daxuyanîyekê ew kiryar bi tundî şermezar kir û got, ‘PYD berdewame bi binpêkirina rojnamegeriyê, her wiha em dozê li rêxistinên rojnamegeriyê dikin ku fişaran li PYD bikin da ku ji kiryarên wiha vegere ku ev siyasetên wan tenê xizmeta dijminê miletê kurd dike.’

Bir cevap yazın

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.