Barzanî: 11 û 500 şehîd û birîndar ne ji bo federaliyê bûn

Spread the love

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ragihand ku di serdana xwe ya dawî ya Bexdayê de bi eşkere behsa serxwebûna Herêma Kurdistanê kiriye û got; “Li ser venekişandina ji navçeyên kurdî em li gel Amerîkayê rekeftine.”

Barzani Serokê Herêma Kuridstanê û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdarên Kurdistanê Mesûd Barzanî îro (16.11.2016) li navçeya Başîkê ligel fermandarên pêşmerge civînek pêk anî û got: “Niha li Başîkê ew wêneya ku me dixwest bibînin, dibînin. Hemû pêkhateyên herêmê dîsa dê li van axan di nava aştiyê de bijîn.”

Serok Barzanî diyar kir ku DAIŞ hêza xwe wenda kiriye û li hember operasyonên Hêzên Pêşmerge û Artêşa Iraqê têk çûye û wiha pêde çû: “Êdî ewê nekarin careke din berê xwe bidin Kurdistanê. Dê hevkarên wan jî bi ceza nemîne. Ew kesên ku alîkarî dane DAIŞê jî dê nekarin gava xwe biavêjin Kurdistanê. Bên girtin jî dê tola şehîdan ji wan bê stendin.”

Serokê Herêma Kurdistanê derbarê operasyona Mûsilê de daxuyand ku dê pêşmerge ji wan herêmên hatine rizgarkirin venekişe, li wan navçeyan dê hêzên xwecihî parastina xwe bikin û Hêzên Pêşmerge jî piştgiriyê bide wan.

Mesûd Barzanî ragihand, “Di serdana xwe ya dawî ya Bexdayê de min bi eşkereyî behsa serxwebûna Kurdistanê kir. Ya baştir em bi hevre bi rêkeftinê bigihin encamekî. Made mem nikarin bi şîrîkî bijîn, bila em bibin cîranên baş. Em li gel Amerîkayê rêketin û dê ji navçeyên Kurdistanî venekişin.”

Derbarê daxwazên sîstema parêzgariyê de jî Mesûd Barzanî wiha got: “Ev navçe bi xwîna 11 hezar û 500 pêşmergeyan hate rizgarkirin. Niha hinek rabûne behsa sîstema parêzgariyê dikin. Ne mumkune ku piştî ev hinde şehîd û qurbaniyan em danûstandina rasterast a navendê ligel parêzgehan qebûl bikin.”

Serok Barzanî herwiha ji bo çareseriya pirsgirêkên navxwe yên Herêma Kurdistanê jî bang li aliyan kir da ku bicivin û ew jî piştgiriyê dide wan. Rudaw

Bir cevap yazın

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.