Ji Demirtaş, Balûken û Tanrikulu re doza Hurşît Kulter hat vekirin

Spread the love

Wezareta Navxweyî ya Tirkiyê ji bo îdiayên li ser revandina Hurşît Kulter li 3 parlamentaran doz vekir.

Wezareta Navxweyî ya Tirkiyê ji ber îdiayên wan ên revandin û îşkencekirina Rêvebirê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) yê Şirnexê Hurşît Kulter doz li 3 parlamentaran vekir.

Di gilînameya dozê ya Wezareta Navxweyî de ku ji Serdozgeriya Enqerê re kiriye re hatiye şandin de, cezakirina Hevserokê HDPê Selahattîn Demirtaş, Berdevkê Koma Parlamanê yê HDPê Îdrîs Balûken û Cîgirê Serokê Giştî yê CHPê Sezgîn Tanrikulu tê xwestin.

Di gilînameyê de tê gotin ku wan parlamentaran bi hinceta ‘lihevanîna sûc’, ‘sivîkayî û tahrîk kirina gel a bi neyartî û kîndariyê’ û ‘Biçûk xistina Komara Tirkiyê tevî sazî û organên dewletê’ sûc kiriye.

Hêjayî gotinê ye, Rêvebirê DBPê Hurşît Kulter roja 7ê Gulan a 2016an li dema operasyona artêşa Tirkiyê ya li Cizîrê agahî jê nedihat û hatibû îdiakirin ku ew ji aliyê hêzên ewlekarîyê ve hatiye revandin. Lê piştî 133 rojan Hurşît Kulter li bajarê Kerkûkê derketibû holê, lêborîna xwe xwestibû û serpêhatiya xwe ji medyayê re vegotibû.
Sputnik Kurdistan

Bir cevap yazın

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.