Şerê derûnî yê li dijî Peşmerge tê meşandin… (Mihemed Sanri)

Spread the love
Mihemed Sanri / Nivîskar - Rojnamevan
Mihemed Sanri / Nivîskar – Rojnamevan

Di bin sponsoriya rejîma terorê ya Îranê de, ji destpêk şerê Daîşê ta niha şereke qirêj yê saykolojîk (derûni) li himberî Peşmerge tê bi rê ve birin. Hêj di serî de, bi mebesta reşkirina Peşmerge vîdeoyek sexte li taxima apociyan dan çêkirin. Ragihandina apocî qet ji riya vîdeoya sexte ya reşkirina Peşmerge derneket, her li ser wê riya berdwam kir ta niha.

Şefê hemî terora Îranê ya Rojhilata-nêvê û bakurê Efrîkayê Qasim Suleymanî bi xwe hevdîtin digel serkêşê gruba Gorranê Nuşirwan Mistafa kir û ji wî re got: “Ji bo jiçavanxistina Peşmerge divê hon ji Peşmerge re bêjin milîs û ji Mesud Barzanî re jî bêjin serokê PDK-yê”
Taxima Gorranê ev gotinên Suleymanî li ser xwe wekî ferman qebûl kir û bi herfî bi cih anîn.
Yusuf Mihemedê ji serokatiya parlamentoya Kurdistanê hatî derkirin ko leqebê wî Ebu Usame ye, di Parlametoya Ewropayê de jî ji bo Peşmerge got: “milîs”
Di destpêka operasyona Musilê de di ragihandina Gorranê de propagandaye reşkirinê ya wekî “Peşmerge milîs e, nikare Daîşê bişkêne” dest pê kir. Dema bi van “taktîkan” û gelek taktîkên wekî van qirêj bi ser neketine, vê carê ji bo zimanê xwe yê qirêj dirêjî malbatên şehîdan û Peşmergeyan bikin “fahîşeyeka siyasî” ya li Bexdayê bi kar anîn…

Divê ji van fahîşeyên siyasî tevan re bê gotin: Hewlên we yên qirêj serî nagirin. Peşmerge li himberî dinyaya we ya tarîstan bi qehremanî şer dike, bi vê qehremaniya xwe textê xwe di nav dilê hemî dinyaya medenî de cih kiriye, hon bi gevizandina di nav tarîstana xwe de nikarin Peşrmege reş bikin, tenê hon perîşaniya xwe didin dest, bibînin ko dawiya qraliyeta tarîstanî û sponsora terorê jî pir nêzîk e…

Bir cevap yazın

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.