Kurd ji hilbijartinên Tirkiyê çi hêviyê bikin?

Spread the love

Salih Turan (Rojnamevan)

Li demeke ku maf û daxwazên Kurdan ên netewî û çandî hatine terorîzekirin, hilbijartinên Tirkiyê birêve diçin.

Mixabin mafên Kurdan ên rewa di ti bername û gotareke partiyên heyî yên namzedê desthilatê de nîne û nepêkan e di nav 2 mehan de bikeve rojeva wan jî.

Di hilbijartinên pêşwext ên serokomarî û parlamentoya Tirkiyê de divê Kurd çi bikin?

Helwesteke çawa nîşan bidin?

Ji bo çi deng bidin an nedin?

Kurd wek her car bi hejmara dengên xwe dikarin serkeftin û têkçûnan diyar bikin. Lê çiqas amade ne ji vê re ew jî nediyar e! Yan jî diyar e ku ne amade ne.

Mesele ne boykot an jî girtina aliyekî ye. Pêkhateyên Kurdan divê pêşî bernameya xwe diyar bikin û li ser berjewendiyên miletê xwe bereyekê ava bikin. Ev ji ber kêmbûna demê divê bi lez û bez be. Ti partiyeke Tirk niha baweriyê nade Kurdan ew jî eşkere ye. 

Partiyên ku bi navê doza Kurd ava bûne jî ji hilbijartinan dûr in. (Gelo ji bo çi ew partî hatine avakirin em wê jî nizanin) Partiyên ku herî zêde dengên Kurdan standine HDP û AKP ne. Niha IYI Partiyê jî li bajarê kurdan çav berdaye dengan. 

CHP û yên din li qadê bêdeng in. Û piraniya kurdan ji Tirkiye û hilbijartinên wê ti hêviyekê nakin.

Xuyaye hikûmet û seroktîya nû ji xeynî guhertina desthilatdariyê ku ew jî pir zehmet dixuyê, ti guherînekê nayîne.

Bir cevap yazın

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.