PDK, YNK û Goran li derveyî welat çiqas deng standin?

Spread the love

 

Encamên dengên derveyî welat yên hilbijartinên giştî yên Iraq û Herêma Kurdistanê eşkere bûn.

 

Li gor wan encaman ji partiyên Herêma Kurdistanê, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bûye yekemîn, Tevgera Goran duyemîn û Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK) jî bûye sêyemîn.

Li Norwecê, PDK 543, Goran 103, YNK 96 deng wergirtin. Li Fînlandayê PDK 125, Goran 103, YNK 92 deng; li Holandayê PDK 513, Goran 324, YNK 197 deng; li Fransayê PDK 23, YNK 18, Goran 10 deng wergirtin.

Li Swêd jî li Goteborg, Helsingborg û Orebro, PDK bû yekem, Goran duyem û YNK jî bi rêjeya dengên xwe bûye partiya sêyem.

 

Bir cevap yazın

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.