Dîwana Melayê Cizîrî li Tirkiyê bi wergereke nû hate çapkirin

Spread the love

Yek ji şahpirtûkên edebiyata klasîk ya kurdî Dîwana Melayê Cizîrî ji aliyê nivîskar û helbestkar Îlhamî Sîdar ve bo tirkî hate wergerandin û werger ligel kurdiya wê ji aliyê Weşanxaneya Ayrintiyê ve li Tirkiyê hate çapkirin.

Wergera tirkî ya Dîwana Cizîrî ligel kurdiya wê hat çapkirin û demek nêz de dê li pêşberî xwendevanan be.

Îlhamî Sîdar derbarê veçapkirinê dîwanê de dibêje, hema bêje em li ser hemû risteyan bi awayekî dûr û dirêj fikirîn, xebitîn û heta ji ber xebatê, bi şevan bê xew mam.  Sidar, “Bi awayekî helbestî wergerandina ‘Dîwan’ê bi qasî ‘Ulysses’ê bi meşaqet bû.”

Ji aliyê din ve hêjayî gotinê ye ku Weşanxaneya Ayrintiyê bin banê ‘Rêzepirtûkên Zer’ de pirtûkên nivîskarên kurd ên ku bi zimanên din dinivîsin, ligel wergera wan a tirkî kurdiya wan jî çap dike ku heta niha Perik a Selim Berkeat, Qûma Mezopotamyayê ya Fawaz Husên, Li Welatê Sînoran a Şêrko Fatah û Çavên Gurgî ya Cemîl Turan Bazîdî hatine çapkirin û belavkirin.