Barzanî piştî merasîma Erdogan diçe Ewropayê

Spread the love

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî piştî serdana xwe ya Tirkiyê îro 10ê Tîrmehê derbasî Ewropayê dibe.

Hat zanîn ku dê Barzanî li bajarê Lahey ligel Serokwezîrê Hollandayê Mark Rutte û hejmarek berpirsên pilebilind ên wî welatî bicive.

Malpera fermî ya hikûmeta Holandayê, îro Sêşem (10-07-2018) Serokwezîrê Holandayê Mark Rûtte dê pêşwaziya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bike.

Nêçîrvan Barzanî û Mark Rutte wê pirsa koçberan, şerê li dijî DAIŞê, ewlehiya navçeyê û zêdekirina hevahengiya di navbera her du hikûmetan bi taybetî di warê keşûkalê de gotûbêj bikin.

Serdana Nêçîrvan Barzanî bo Hollandayê, piştî serdana Enqerê û beşdariya di rêwresma destbikarbûna Recep Tayyîp Erdogan wek Serokomarê Tirkiyê tê.

Bir cevap yazın

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.