Wezîrê Îsraîlê îhtimala têkiliya bi Sûriyê re red nekir

Spread the love

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Avigor Liberman li herêma Girên Golanê bersiv da pirsên rojnamevanan.

Avigdor Lieberman di seredana devera Golanê ku dikeve nav sînorên Îsraîl-Sûriyê de got ku divê hêzên rêjîma Sûriyê ji ser tevahiya navçeyên sînorî yên Îsraîlê vekişe.

Lieberman di bersiva pirsa rojnamevanan de, derbarê pêşeroja pêwendiyên herdu welatan û îhtimala vekirina deriyê sînorî yê Qunêtira jî wiha axivî: “Ez di wê baweriyê de me ku em gelekî ji vê mijarê dûr in, lê dîsa jî em tiştekî dûr nabînin.”

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu roja Çarşemê serdana Moskowê dike ku mijara sereke ya hevdîtina ligel Serokê Rûsyayê Vladimir Putin pirsa Sûriyeyê ye.