Ji bo guhertina nexşeya BatManê kampanya îmzeyan dan destpêkirin

Spread the love

Li ser platforma Change.orgê ji bo nexşeya bajarê Batmanê bê guhertin kampanyayeke balkêş hat destpêkirin.

Kesê bi navê Kemal Atakan Kirca li ser Change.orgê kampanya îmzeyan da destoêkirin, da ku nexşeya bajêr wek karakterê fîlmê kartonî yê navdar Batman (Zilamê Çil) ji nû ve were sererastkirin.

Kirca bi vê kampanyayê dixwaze nexşeya Batmanê wekî sembol û logota Zilamê Çil were nûjenkirin ku ev bi guhertina sînoran pêk tê.

Tê çaverêkirin encamên kampanyayê ji parêzgariya Batmanê re werin pêşkeşkirin.

Heta niha dor 3 hezar kesan piştgirî daye vê kampanyayê.

Lînka kampanyayê