Li Qûbîna Batmanê leşker bi guleya leşkerekî din hat kuştin

Spread the love

Leşkerê Cenderme Yasir Eryigit ku li navçeya Batmanê Qûbînê (Beşiri) leşkerî dikir, bi guleya çeka leşkerekî din hat kuştin.

Li gor zanyariya Eryigit bi sedemeke nehatiye zanîn bi hevalê xwe yê leşker re gengeşî kiriye û piştre jî pev çûne.

Hat îdiakirin ku di pevçûnê de çek jî hatiye bikaranîn û Yasir Eryigit bi guleyê hatiye kuştin û termê wî rakirine nexweşxaneya Batmanê.

Hat zanîn ku termê leşker Yasir Eryigit ji malbata wî ya li Stenbolê re hatiye rêkirin û lêkolîna li ser bûyerê jî berdewam dike.