Dîroka Kurdan serobinî hev dibe: Dehaq jî Kawa jî Kurd bû! Gelo Newroz cejna çi ye?

Spread the love

Nivîskar û lêkolerên Kurd li ser medya civakî nîqaşek dane destpêkirin ku agahiyên dîroka Kurdan serobinî hev dike.

Îbrahîm Xelîl Baran di parvekirinên xwe de derbarê bûyera destana Newrozê û împaratoriya Medan de agahiyên balkêş belav kirin.

Li gor wan agahiyan Azî Dehaq qralê kurdan e û dîsa bi destê kurdekî hatiye kuştin.

Newroza destana Kawayê hesinkar ji wê bûyerê tê, lê tiştê xerîb li gor îdiayê roja hilweşandina Medan roja kuştina qralê Kurd wek cejn hatiye pîrozkirin.

Nivîskarê lêkoler Huseyin Siyabend jî bi agahiyên dîrokê îdiaya Baran piştrast kir û çend agahiyên dîroka Medan û Cejna Newrozê belav kirin.

Li gor Siyabend dewleta Medan ne ya Kurdan tenê ye, çend caran ava bûye û ruxiyaye, lê Kurdistan jî beşek e ji wê.

Çîroka Newrozê jî wekî roja şahiya hilweşandina desthilatdariya Medan a zilimkar şîrove kiriye.