Pirsa qedexekirina pirtûka ‘Dîroka Kurdistanê’ li parlemento û wezîrê dadê hat kirin

Spread the love

Parlamentarê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Wanê Murat Sarisaç li ser qedexekirina pirtûka Weşanên Avestayê ya Dîroka Kurd û Kurdistanê pirsnameyek pêşkeşî parlamentoyê kir da ku Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Abdulhamit Gul bibersivîne.

Sarsaç di pirnameya xwe de diyar kir ku helwesta dadgehê dijî azadiya raman û çapemeniyê ye û got, şerê bi kitêban re yê AKPê xuya dibe ku siyasî ye.

Kitêba Dîroka Kurdistanê ya lêkolînerên Rûs, Ermen û Kurd 17 sal berê jî (2001) hatibû qedexekirin, lê li ser çapên din yên heman pirtûkê ti doz nehatibûn vekirin.

Piştî 17 salan ji nû ve qedexekirina kiteê bû sedema bertekan ku şîroveyên Tirkiye vegeriya salên berê yên qedexeyan hatin kirin.

Herwiha dadgehê ji bo 10 kitên din ên Avestayê jî ji weşanxaneyê agahdarî xwestiye.