Tirkiyê ji bo strana ‘Kurdistan Pir Şêrîn e’ Zarok TV ceza kir

Spread the love

Desteya Bilind a Radyo û Televizyonan (RTUK) a ku bi serokomariya Tirkiyeyê ve hatiye girêdan ji bo du stranên zarokan Zarok TV ceza kir.

Zarok TV beriya niha jî bi Biryara Hikmê Qanûnê (KHK) ya Rewşa Awarte ku piştî hewla darbeya 15ê Tîrmehê hatibû ragihandin, hatibû girtin.

Li ser nerazîbûn û bertekên raya giştî ya Kurd biryar hatibû rawestandin û Zarok TV ji nû ve dest weşana xwe kiribû.

Hat rahihandin ku vê carê jî RTUKê bi hinceta ku du stranên zarokan di TVyê de hatinr weşandin, ceza lê hatiye birîn.

Strana yekem a bûye sedema cezadayînê strana ‘Gula min Cizîra Botan e’ ku 17 Adarê zarokekê ew bi deng kiribû.

Pisporên RTUKê gotinên stranê wekî ‘Kurdistan vejîna rojhilat e. Vejîna Nisêbînê ye…’ wergerandin û kirin sedem ji bo cezakirinê.

Herwiha strana ‘Kurdistan pir şêrîn e’ ku 20ê Adarê ji devê zarokekê hatibû weşandin jî bi hinceta ku ‘Kurdistan’ erdnîgariyeke ji aliyê Dewleta Tirkiye ve pênase lê nayê kirin e û xizmeta rêxistin û îdeolojiyekê dike, bûye sedema cezakirina kanalê.

Zarok TV ji Amedê weşana xwe dike. RTUKê bi hinceta ‘pesindana rêxistinên terorê’ cezayê destdanîna ser beşek ji dahatên (2%-5%) kanalê û 5 caran rawestandina bernameyan li Zarok TVyê birî.

Hêjayî gotinê ye demek berê pirtûka ‘Dîroka Kurd û Kurdistan’ a weşanxaneya Avestayê jî li Tirkiyeyê hatibû qedexekirin.