Xirwatistanê piştî rûsan îngilîz jî têk birin: Kurd pê şa bûn!

Spread the love

Di Kûpaya Cîhanê ya FIFA 2018an de tîma fitbolê ya Xirwatistanê piştî Rûsyayê tîma Îngilîzan jî têk bir û di dîroka xwe de cara yekem derket qonaxa nîvfînalê.

Maça tîmên Xirwatistan û Brîtanyayê bi encama 1-1 yeksanî bidawî bû. 

Di maça ku 90 xulekan bi yeksanî dewam kir de encam neguherî û di nav 120 xulekên dirêjbûna maçê de fitbolîzê xirwat Mario Mandzukic golek avêt qeleya îngilîzan û bi encama 2-1 Xirwatistanê navê xwe ji bo nîvfînalê nivîsand.

Xirwat

Piştî vê serkeftina dîrokî kurdan li ser medya civakî gelek peyamên pîroziyê û kêfxweşiyê parve kirin ku gelê Xirwat wekî dost û hevnijadên xwe pênasekirin.

Di hinek parvekirinan de radestkirina Efrînê û Kerkûkê hat bibîrxistin ku kurd dibêjin, dewletên rûs û îngilîzan ew bajarên kurdan firotone neyarên wan.

Maça nîvfînalê 15ê Tîrmehê di navbera Fransa û Xirwatistanê de li bajê Luzhniki yê Rûsyayê tê lîstin.