Pence: Heta ku Erdogan Brunson bide berdan dê dorpêç bidomin

Spread the love

Krîza keşayê amerîkî Andrew Brunson ku demek berê li Tirkiyê piştî girtîmayîna du salan derxistibûn hepsa malê her diçe di navbera herdu welatan de kûrtir dibe.

Piştî ku doh Amerîkayê ji bo serbestberdana Brunson li ser herdu wezaretên dadê û navxweyî yên Tirkiyê û wezirên wan Abdulhamit Gul û Suleyman Soylu dorpêç sepandin, cîgirê Serokê Amerîkayê Mike Pence jî daxuyaniyeke tund belav kir.

Pence di peyama xwe ya ser twitterê de got, “Hikûmeta Amerîkayê dorpêçên tund ên aborî li ser Tirkiyê sepandin. Heta ku (Recep Tayyip) Erdogan û hikûmeta Tirkiyê keşa Brunsonê bêguneh serbest bernede dê dorpêç berdewam be.”

Hêjayî gotinê ye senatoya Amerîkayê jî biryar da ku radestkirina firokeyên şer ên F-35an bo Tirkiyê were astengkirin.

Ji dema ku doh 1ê Tebaxê Amerîkayê dorpêç li ser Tirkiyê sepandine ve bihayê dolar li hember lîreyê Tirkiyê zêde bû û sînorê 5 lîreyan derbas kir.