Plana Rûsan çi ye? Piştî Idlibê Efrîn, El Bab û Cerablûs tên!

Spread the love

Girêka dawî ya şerê Sûriyê Idlib e. Gelo dê çawa çareser bibe û plana rûsan çi ye?

1-Rûs dixwazin Idlibê bêyî berxwedanekê bi rêya razîkirina Tirkiyê kontrol bikin, lê çekdarên cîhadîst û çekdarên opozîsyonê yên alîgirên Tirkiyê biryara berxwedanê dan.

2-Çi bi xweşî çi bi şer wê Rûsya bi her awayî Idlibê bistîne û radestî hikûmeta Sûriyê bike.

3-Rûsya bi kontrolkirina Idlibê nasekine û Efrîn, El Bab û Cerablus jî xistiye dorê ku ew der di bin kontrola Tirkiyê de ne.

4- Rûsya plana xwe bi awayekî serbixwe û bêyî fikarên Îran û Tirkiyê dimeşîne ku jixwe ev nîşaneya bidawîbûna proseya Astanayê ye.

5-Bi îhtîmaleke mezin Rûsya û Amerîkayê li ser dabeşkirina kontrola herêmên Rojhilat û Rojavayê Firatê li hev kirine û plan li gor wê dimeşe.

6-Rûsya piştî ku hişt Efrîn bikeve destê tirkan niha jî wê bi desteka Kurdan dîsa ji wan bistîne. Dema Efrîn da tirkan Xûta paqij kir, milîtan kişandin Idlibê û ji bo paqijiya dawî herêm amade kir.

7-Êdî dawiya şerê Sûriyê tê û Amerîka jî Rûsya jî li wir mayînde ne naçin. Rûsya ji bo kontrola xetên enerjiyê û Amerîka jî ji bo kêmkirina bandora Îranê û ji bo hinek sedemên din Sûriyê bernadin û naçin!

8-Her çiqas Kurdên Rojava niha di bin sîwana hêzên Amerîkayê de bin jî Rûsya jî wê Kurdan êdî piştguh neke û danûstandinê bike.

9-Her ku siyaseta kurdan li Sûriyê belawela be û li ser statuya xwe (kanton-federalî-xweserî-otonomi) nezelal bin jî bawerim ku wê Rûsya û Amerîka navekî lê bikin ku ev dê statuyeke navdewletî ya nêzîkî statuya Başûr be.

10-Heke Rûsya û Amerîka li ser xetên petrol-gaz û enerjiyê li hev bikin îhtîmale ku piştî paqijkirina cîhadîstan sînorên herêma kurdan heta Behra Spî dirêj bikin.