Nivîskarê kurd Berekat xelata Max Jacob wergirt

Spread the love

Nivîskarê kurd ê erebînivîs Selîm Berekat xelata wêjeyê ya navdewletî ya Max Jacob wergirt.

Xelata edebî ya Max Jacob xelateke wêjeyî ya salane ye ku di sala 1950’î de ji aliyê kesayetî û dewlemendê fransî Florence Frank Jay Gould ve hat damezrandin. Her sal di çaryeka yekemîn a salê de Xelata Max Jacob dibe para berhemeke helbestan a fransî yan berhemên biyanî yên ji bo zimanê fransî tên wergerandin. Ji sala 1950’î ve û heta niha ev xelat gihîştiye gelek nivîskarên mezin weke Pierre Oster, Alain Bosquet, Jean-Claude Renard, Selah Stétié, Adonis û Îsa Mexlû û gelek kesên din.

Max Jacob ku xelat bi navê wî tê dayîn, helbestvan û nivîskarekî fransî yê bi nav û deng bû ku di sala 1876’an de ji dayik bû û di sala 1944’an de koça dawî kir. Jacob di berhemên xwe de sembolîzm û surealîzmê bi hev ve girê dide. Ew afirînerê gelek helbest û roman û tabloyên hunerî ye. Di sala 1944’an de Max Jacob ji aliyê Polîsên Nihênî yên Naziyên Almanyayê (Gestapo) ve hat girtin û jiyana xwe ji dest da.

SELÎM BEREKAT KI YE?

Selîm Berekat di sala 1951’ê de li Qamişloyê ya Rojavayê Kurdistanê ji dayik bû. Di sala 1970’yî de ji bo xwendina Wêjeya Erebî çû Şamê, salekê li wir ma û piştre berê xwe da Beyrûta paytexta Libnanê û yekem pirtûka xwe ya helbestan li wir weşand. Di sala 1982’an de Selîm Berekat çû Qibrisê û heta sala 1999’an li wir jiya û di wê salê de çû Swêdê û heta niha jiyana xwe li Swêdê berdewam dike.

Hêjayî gotinê ye ku berhemên wî yên Mehabad Ber bi Olîmpiyadên Xwedê ve (Helbest), Sîsirkên Hesinî (Jiyannameya Zaroktiyê) Feqiyên Tariyê û Perik li bakur bi kurmancî çap bûne.