Breaking News

25 Salîya Nivîskarîya Helîm Yûsiv Hate Pîroz Kirin

Nivîskarê Kurd Helîm Yûsiv ku bêhtir bi pirtûkên xwe yên çîrokan tê nasîn, bi minasebeta 25 salîya nivîskarîya xwe û ji nû ve çapkirina pirtûkên xwe li Stenbolî bi xwendekarên xwe re hate ba hev.

Helîm Yûsif 25’ê Kanûnê 2013’an  li salona Weqfa Îsmaîl Beşîkçî beşdarî bernameyeke ku ji bo 25 salîya nivîskarîya wî hatibû amade kirin bû.

Çîroknûs Helîm Yûsiv, li vê bernameya ku gelek xwendekar û nivîskarên Kurd beşdarî kirin de, bi moderatorîya nivîskar Miraz Ronî, li ser serpêhatîya nivîskarîya xwe peyivî.

Wî behsa zehmetîyên destpêka nivîskarîya xwe û çapkirina pirtûkên Kurdî kir ku piştî salên 90’î derketina ji  bajarê Amûdê û çûyîna xwe ya ber bi Ewropa’yê vegot.

Nivîkar Helîm Yûsiv, piştî sohbeta bi xwendevanan re pirtûkên xwe yên ku ji alîyê Weşanên Peywend ve îsal ji nû ve hatine çap kirin îmze kirin.

Nûçexane / Stenbol

 

About nucexane

Check Also

Aynûr Dogan berendama Xelata Baştirîn Stêrka Îlhambexş a Salê ye

Zanîngeha DeuPauw di nava berendamên “Xelata Stêrka Îlhambexş a Sala 2018’an” de hunermenda kurd Aynûr …